Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

PDKS Ofîsa Xwe li Kobanê Vekir


PDKS Office in Kobane
PDKS Office in Kobane

Partîya Demoqrata Kurdistana Sûrîyê (PDKS) piştî 6 salan li bajarê Kobanê ofîsa xwe vekir.

Di merasîma vekirinê de hejmareke endamên partîyên sîyasî, kesitîyên serbixwe, herwiha yên civaka sivîl beşdar bûn.

Mustefa Qadir, berpirsê ofîsê ji Dengê Amerîka re got ku vekirina ofîsa wan di çarçoveya dîyaloga Kurdî û Kurdî de tê û ew namayek e ku peyvajoya yekrêzîyê berdewam e.

Berpirsê rêxistina Kobanê ya PDKS'ê Alî Ibrahîm ji got ku girîng e ku dîyalog berdewam bike ku gelê Kurd li Sûrîyê bikane mafê xwe bi dest bixe.

Hêjayî gotinê ye ku berî wê ofîsa xwecehî ya ENKS'ê û herwiha ofîsa Partîya Yekîtî Kurdistanî jî hatibûn vekirin.

MB_26_1_2021_Vekirina_Ofîsa_PDKS
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:55 0:00


XS
SM
MD
LG