Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemana Ewrupî Ser Demokrasî û Serwerîya Qanûnê Hişyarîyên Tund Dide Tirkîyê


Parlemana Ewrupî (PE) îro Pêncşemê hişyarîyeke tund ji Tirkîyê re şand û hikûmeta wî welatî bi paşdeçûna di warê demokrasî û desthilata qanunê de tawanbar dike.

Parlemen di xemeke kûr de ye Enqere krîterên bo endamtîya Yekîtîya Ewrupa (YE) pêdivê binpê dike û di warê demokrasî û serwerdîya qanûnê li nav sînorên xwe de paşde çûye," pêşnîyara ku endamên parlemanê pejirand, da zanîn.

Peymana navbera YE û Tirkîyê soz dida ku prosesa endamtîya Tirkîyê di yekîtîyê de bê lêzandin, beramber sekinandina hatina pêlên mezun yan penaberan ji alîyê Tirkîyê ve.

Pêşnîyara PE bi 375 dengên piştgir bermaber 177 dengên dijbar hate erê kirin.

YE rastî rexneyên tund dihat ku hember alîkarîya Tirkîyê di krîza penaberan de wê endamtîya Tirkîyê bilezîne û dest ji nirxên xwe berdide.

Parlemantera Holandî ya ji koma ALDE ya lîberal Marietje Schaake got, "nabe ku YE hember encamên nedîyar, bazarê ser nirxa xwe bike."

XS
SM
MD
LG