Hikûmeta Îspanî îro Duşemê ragihand ku di telefonên destan yên Serokwezîr Pedro Sanchez û Wezîra Berevanî Margarita Robles de programa "Pegasus" ya sîxûrî hate dîtin.
Wezîrê Îspanî Felix Bolanos di preskonferansekê de got ku telefona Sanchez di Gulana 2021an de hate heck kirin û herî kêm carekê ji wê telefonê agahî hatine dîzin.
Bolanos zelal nekir ku kê sîxûrî li dijî serokwezîr kiriye û ti komên li hindur û dervayê Îspanya li pişt wê bûyerê ne.
Rêxistina berevanîya mafên dîjîtalî, Citizen Lab ya Kanadî ragihandibû ku pirtir ji 60 kesên girêdayî tevgera cudaxwaz ya Katalonî bûne armanca programa "Pegasus" ya sîxurî ku ji hêla kompnaîya Îsraîlî NSO Group tê çêkirin.
Partîya ERC ya serwebûnxwaz ya Katalonî, ku li parlamanê hevbendeke girîng ya hikûmeta kêmanî ya Îspanî ye, ragihand ku heta Madrîd gavên jibo jinûve cîhkirina bawerîyê navêje, ewê piştgirî nede hikûmetê.