Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 400,000 Derbaz Kir


…

Zanîngeha Johns Hopkins ragihand ku hejmara pêketîyên vîrusa korona 400,000 derbaz kiriye.

Li gor agahîyên Zanîngeha Johns Hopkins vîrusa korona li seranserê cîhanê ketiye canê 414,277 kesan û 18557 kes kuştine.

Vîrusa korona di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Pêzanînên Zanîngeha Johns Hopkinsê nîşan didin ku vîrusa korona di hefteyên dawî de pirtir li Ewrupa belav bûye.

Hejmara pêketîyên vîrusa korona di 6’ê Adarê de 100,000, di 18’ê Adarê de 200,000, û di 21’ê Adarê de jî 300,000 derbaz kiribû.

Ew vîrusa ji nav dewletên cîhanê herî zêde li Çîn, Îtalya, Amerîka, Îspanya, Almanya hatiye dîtin

XS
SM
MD
LG