Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 3,500,000 Derbaz Kir


Hejmara pêketîyên vîrusa korona 3,500,000 derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 3,508,566 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 1,150,000 e.

Li dû Amerîka, bi 217,466 pêketîyan Îspanya, li dû wê jî bi 210,717 pêketîyan Îtalya tê.

Jiber vîrusa korona li Amerîka 67,682 li Îtalya 28,884 li Brîtanya 28,520 kesan jîyanên xwe ji dest dane.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Li Çînê bi qasî 84,000 pêketîyên vîrusa korona hene û 4,637 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG