Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 4,500,000 Derbaz Kir


Hejmara pêketîyan vîrusa korona 4,500,000 derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 4,516,360 bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wir pirtir ji 1,400,000 pêketîyên vîrusa korona hene.

Li dû Amerîka, bi 262,000 pêketîyên vîrusa korona Rûsya, li dû wê jî bi 238,000 pêketîyan Brîtanya tê.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 84,031 pêketîyên vîrusa korona hene.

Jiber vîrusa li seranserê cîhanê 306,051 kes jîyanên xwe ji dest dane.

Li Amerîka 86,851, li Brîtanya 34,078 û li Îtalya jî 31,610 kes bi vîrusa korona mirine.

XS
SM
MD
LG