Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Korona 6,500,000 Derbaz Kir


Hejmara pêketîyên vîrusa korona 6,500,000 derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 6,511,713 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 1,850,000 e.

Li dû Amerîka bi 584,000 pêketîyên vîrusa korona Brezîlya, li dû wê jî bi 431,000 pêketîyan Rûsya tê.

Jiber vîrusa korona li Amerîka pirtir ji 107,000, li Brîtanya jî bi qasî 40,000 kes jîyanên xwe ji dest dane.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Li Çînê pirtir ji 84,000 kes bi vîrusa korona ketine û 4,638 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG