Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Korona 7 Mîlyon Derbaz Kir


Hejmara pêketîyên vîrusa korona 7,000,000 derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 7,016,794 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan bi qasî 2,000,000 e.

Li dû Amerîka, bi pirtir ji 690,000 pêketîyên vîrusa korona Brezîlya, li dû wê jî bi 467,000 pêket^yan Rûsya tê.

Jiber vîrusa korona li Amerîka pirtir ji 110,000, li Brîtanya 40,25 û li Brezîlya, 36,455 kes jîyanên xwe ji dest dane.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Li Çînê pirtir ji 84,000 kes bi vîrusa korona ketine û 4,638 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG