Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Korona 12 Mîlyon Derbaz Kir


Hejmara pêketîyên vîrusa korona 12 mîlyon derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 12,043,080 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 3 mîlyon e.

Li dû Amerîka, bi pirtir ji 1,7 mîlyon pêketîyan Brezîlya, li dû wê jî bi 767,000 pêketîyan Hîndistan tê.

Jiber vîrusa korona li Amerîka 132,309, li Brezîlya 67,964 û li Brîtanya jî 44,602 kes jîyanên xwe ji dest dane.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê bi qasî 85,000 kes bi vîrusa korona ketine û 4,641 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG