Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Korona 25 Mîlyon Derbaz Kir


Hejmara pêketîyên vîrusa korona 25 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 25,015,362 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan bi qasî 6 mîlyon e. Li dû Amerîka, bi 3,8 mîlyon pêketîyan Brezîlya û li dû wê jî bi 3,5 mîlyon pêketîyan Hîndistan tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê pirtir ji 842,000 kes jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 182,779 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 120,262 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derktibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê bi qasî 90,000 kes bi vîrusa korona ketine û 4,721 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG