Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 48 Mîlyon Derbaz Kir


Hejmara pêketîyên vîrusa korona 48 mîlyon derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 48,132,764 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 9,4 mîlyon e.

Li dû Amerîka bi 8,3 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 5,5 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,225,881 kesan jîyanên xwe ji dest dane.

Amerîka bi 233,729 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 161,106 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 91 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 4740 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG