Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 65 Mîlyon Derbaz Kir


Hejmara pêketîyên vîrusa korona 65 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 65,016,336 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 14 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 9,5 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 6,4 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona heta niha 1,502,728 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 275,550 mirinên ji vîrusa korona di rêza pêş de ye û li dû wê bi 174,515 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 93,203 kes bi vîrusa korona ketine û 4,744 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG