Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona ji 82 Mîlyonan Borî


Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 82 mîlyonan borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 82,456,204 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan nêzî 20 mîlyonan e. Li dû Amerîka bi pirtir ji 10 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 7,5 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,799,493 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 340,956 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 192,681 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 95,851 kes bi vîrusa korona ketine û 4,781 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG