Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona ji 92 Mîlyonan Borî


Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 92 mîlyonan borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 92,096,179 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan nêzî 23 mîlyonan e. Li dû Amerîka bi 10,4 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi pirtir ji 8 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,972,758 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 383,113 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 204,690 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Şandeyeke navneteweyî ya Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) dê bo lêkolînên ser destpêka şewba vîrusa korona di rojên pêş de serdana Wuhanê bike.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG