Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona ji 96 Mîlyonan Borî


Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 96 mîlyonan borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 96,218,601 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 24 mîlyon e. Li dû Amerîka, bi 10,5 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 8,5 mîlyon pêketîiyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li seranserê cîhanê pirtir ji 2 mîlyon kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 401,730 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 211,491 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 98,323 kes bi vîrusa korona ketine û 4,800 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG