Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona ji 115 Mîlyonan Borî


Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 115 mîlyonan borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 115,022,040 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan 28,7 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 11,1 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 10,6 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 2,555,733 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 518,796 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 257,361 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus cara pêşî di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û di wir re derbazî dewletên din jî bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 101,027 kes bi vîrusa korona ketine û 4,836 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG