Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Korona ji 120 Mîlyonan Borî


Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 120 mîlyonan borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 120,109,683 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan nêzî 30 mîlyon e. Li dû Amerîka bi bi 11,4 mîlyon pêketîyan Brezîlya, li dû wê jî bi 11,3 mîlyon pêketîyan Hîndistan tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 2,657,729 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 535,472 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 278,229 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus cara pêşî di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 101,408 kes bi vîrusa korona ketine û 4,839 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG