Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona Nêzî 125 Mîlyonan Dibe


Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 123 mîlyonan borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 123,207,169 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan nêzî 30 mîlyon e. Li dû Amerîka bi nêzî 12 mîlyon pêketîyan Brezîlya, li dû wê jî bi 11,6 mîlyon pêketîyan Hindistan tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 2,715,292 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 542,356 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 294,042 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus cara pêşî di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û derbazî dewletên din jî bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê heta niha 101,533 kes bi vîrusa korona ketine û 4,839 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG