Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona ji 125 Mîlyonan Borî


Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 125 mîlyonan borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 125,511,119 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 30 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 12,3 mîlyon pêketîyan Brezîlya, li dû wê jî bi 11,8 mîlyon pêketîyan Hîndistan tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 2,755,540 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 546,822 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 303,462 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus cara pêşî di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 101,623 kes bi vîrusa korona ketine û 4,840 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG