Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona Nêzî 145 Mîlyonan Dibe


Hejmara pêketîyên vîrusa korona nêzî 145 mîlyonan dibe. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 144,800,467 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan bi qasî 32 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 16,2 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 14,1 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 3,073,851 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 570,346 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 383,502 mirinan Brezîlya he.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 102,333 kes bi vîrusa korona ketine û 4,845 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG