Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona Nêzî 155 Mîlyonan Dibe


Hejmara pêketîyên vîrusa korona nêzî 155 mîlyonan dibe. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 154,624,876 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 32,5 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 20,6 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 14,8 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 3,232,776 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 579,125 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 411,588 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus cara pêşî di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 102,566 kes bi vîrusa korona ketine û 4,846 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG