Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Korona Nêzî 160 Mîlyonî Dibe


Hejmara pêketîyên vîrusa korona nêzî 160 mîlyonî dibe. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 158,517,386 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona li cîhanê herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 32,7 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 22,6 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 15,1 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê bi qasî 3,3 mîlyon kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 582,037 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 422,340 mirina Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê heta niha 102,649 kes bi vîrusa korona ketine û 4,846 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG