Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Korona Nêzî 180 Mîlyonî Dibe


Hejmara pêketîyên vîrusa korona nêzî 180 mîlyonî dibe. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 177,201,586 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 33,5 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 29,7 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 17,6 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 3,836,258 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi pirtir ji 600 hezar mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi bi nêzî 500 hezar mirinan Brezîlya heye.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li cîhanê heta niha 2,4 mîlyar doz vaksînên vîrusa korona hatine karanîn. Çîn bi karanîna 945 mîlyon doz vaksîn li cîhanê di rêza yekê de ye û li dû wê bi 314 mîlyon vaksînan Amerîka heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû. Li gor Zanîngeha Johns Hopkinsê li Çînê pirtir ji 103 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 4,846 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG