Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona Nêzî 200 Mîlyonî Dibe


Hejmara pêketîyên vîrusa korona nêzî 200 mîlyonî dibe. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 197,058,957 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan nêzî 35 mîlyonî ye. Li dû Amerîka bi pirti ji 31,5 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi nêzî 20 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 4,204,185 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 612,388 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 554,497 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre li welatên din jî belav bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 104,922 kes bi vîrusa korona ketine û 4,848 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG