Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Korona ji 200 Mîlyonî Borî


Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 200 mîlyonî borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 200,031,896 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 35 mîlyon e. Li dû Amerîka bi nêzî 32 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi nêzî 20 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 4,252,958 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 614,705 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 558,432 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 105,353 kes bi vîrusa korona ketine û 4,848 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG