Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Korona ji 250 Mîlyonî Borî


Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 250 mîlyonî borî. Agahîyên dawî yên ser vîrusa korona raber dikin ku li cîhanê pirtir ji 5 mîlyon kes bi vîrusa korona mirine.

Karbidestên saxlemîyê dibêjin ku jiber cureya Delta ya di demên dawî de berbelav bûye di her 90 rojî de 50 mîlyon pêketinên nû têne tomar kirin.

Di destpêka pandemîyê de heta salekê 50 mîlyon pêketin çêbûbûn.

Bi saya karanîna vaksînê di sê mehên dawî de li gor demên borî pêketin 36 ji sedê kêm bûne.

Li gor berpirsên saxlemîyêher çiqas bi karanîna vaksînan rêjeya pêketinan daketibe jî mehên zivistanên fikarên ser pêketinên nû çêdikin.

Ji Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) Maria Van Kerkhove ji ajansa nûçeyan ya Reutersê re dîyar kir ku dibe ku ew di dawîya sala 2022’yan re pandemîyê kontrol bikin.

Ji nav welatên cîhanê herî zêde li Rûsya, Ukrayna û Yunanistanê pêketinên nû têne tomar kirin.

Pisporên pandemîyê dibêjin ku li rojhilata Ewrupa rêjeya karanîna vaksînê pir kêm e û jiber wê pêketin zêde dibin.

Rûysa jiber pêketin û mirinên zêde yên ji vîrusa korona jinûve sînordarkirinan radigihîne.

Vîrusa korona li seranserê cîhanê belav bûye, lê hemî welat nikarin vaksînan bi dest bixin.

Agahîyên fermî didin zanîn ku hîn jî pirtir ji nîvê nifûsa cîhanê dozeke vaksînê li xwe nedaye ku ew rewiş pirtir jiber welatên xizan çêdibe.

Rêberên cîhanê bo vaksîn bi awayekî wekhev werin belav kirin daxuyanîyan didin û kempeyna li dar dikevin, lê hîn ti encama berçav çênebûye.

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) û hin saziyên din yên alîkarîyê ji welatên G-20, 23,4 mîlyar dolar alîkarî xwestin ku ew di 12 mehên pêş de ji welatên feqîr re derman, vaksîn û testan bistîne.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG