Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nancy Pelosi bo Serdanekê Diçe Urdunê


Seroka Encûmena Niwêneran a Amerîkî Nancy Pelosi

Seroka Encûmena Niwêneran a Amerîkî Nancy Pelosi serpereştiya şandeka qanûnsazên Amerîkî kir di serdaneka welatê Urdunê de ji bo gotûbêjkirina kirîza Sûriyê, di demekê de ku agirbesta li bakur û rojhilatê Sûriyê rastî pirsan tê.

Serdan tê di demekê de ku rexneyeke tund ji herdu partiyên sereke y;n Amer'ka ve li serok Donald Trump dibine li dor biryara Trump a vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê.

Pelosi û 9 endamên şanda Amerîkî li gel şahê Urdun Ebdulla li Emmana paytext kom bûn.

Daxuyaneka nivîsîngeha Pelosi got herdu aliyan di axaftinên xwe de bal kişand ser ewlekariyê û seqmgîriya herêmê.

Urdun hevalbendeka sereke ya Amerîka ye li herêmê û ketiye bin bandora şerê 8 salan ê Sûriyê.

Berpirsên Urdunê dibêjin Urdun derdora milyonek penaberên Sûrî vedihewîne.

Ajansa dewletê ya nûçeyan Petra got şah Ebdulla giringiya ewlekarî û serweriya Sûriyê û gerantîkirina vegereke xwebexş û aram bo penaberên Sûriyê derbirî.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG