Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nancy Pelosi: Qesira Sipî Guh Nade Pêdivîyên Amerîkîyan


Qesira Sipî û Demokratên Kongresê dest bi danûstandinên ser paketa alîkarîya aborî, ku armanca wê sivikkirina bandora vîrusa korona ye, kirin, lê di danûstandinan de ti pêşketin çênebû.

Danûstandinên di navbera Qesira Sipî û Demokratan de berê jî rawestîbûn.

Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi dîyar kir ku danûstandinan ‘’bi awayekî eşkere raber kirine ku Qesira Sipî guh nade pêdivîyên Amerîkîyan’’

Pelosi û Serokê Demokratên li Civata Senatoran Chuck Schumer, bi Wezîrê Darayî Steven Mnuchin û Sekreterê Giştî yê Qesira Sipî Mark Meadows re di dawîya Tîrmehê de jî kom bûbûn.

Dema alîkarîya bo bêkaran, ku heftane 600 dolar bû, di dawîya Tîrmehê de qedîyabû.

Ji wê demê vir ve kesên jiber vîrusa korona bê kar mane û serî li alîkarîya bo bêkaran dane, nikarin xênji alîkarîyên eyaletan ti alîkarîyê bistînin.

Mark Meadows roja Sêşemê ji malpera nûçeyên sîyasî Politico re gotibû ku ‘’Pelosi li pêş bîragiştî dibêje ku ew lihevkirinê dixwaze, lê gava bi Komarîyan û rêvebirîyê re dest bi danûstandinan dike em tiştekî wisa nabînin.’’

Nancy Pelosi roja Pêncşemê gotibû ku ewê ‘’danûstandin gava Komarî bi awayekî cidî li mijarê binêrin destpê bike’’

Hin pisporên sîyasetê dibêjin ku lihevkirina ser paketeke aborî berî hilbijartinê dijwar e ku Demokrat dixwazin ku paket 3 trîlyon dolarî be û Komarî jî dibêjin bila ew bi 1 trîlyon dolarî be.

XS
SM
MD
LG