Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pelosi Dixwaze Civata Nûneran Ser Êrîşên Dijî Saudîyan Werin Agahdar Kirin


Nancy Pelosi
Nancy Pelosi

Seroka Civata Nûneran ya Amerîkî Nancy Pelosi îro Sêşemê ji dezgehên îstixbaratî xwest ku hemî endamên Civatê ser êrîşa dijî Aramco ya Saudî û Îranê agahdar bikin.

Ofîsa Pelosi ragihand ku agahdarkirina endamên Civata Nûneran wê bi awayê brîfîngê pêk were û Xanim Pelosi jiber tirsa kûrbûna alozîyan li Rojhilata Navîn ew daxwaz kiriye.

Hêjayî bîrxistinê ye ku êrîşa ser kargeha Abqaiq û zevîyê neftê ya Xurais ya roja Şemîyê bûbû sedema agirên mezin.

Karbidestên Saudî ragihandibû ku di êrîşan de ti kuştî û birîndar çênebûn, lê hilberîna neftê ya wî welatî bi awayekî berbiçav nizim bûbû û girêdayî wê yekê, nirxê petrolê li bazarên cîhanê jî bilind bûbû.

XS
SM
MD
LG