Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pelosi: Divê Donald Trump ji Kar Were Dûrxistin


Seroka Civata Nûneran ya Amerîka Nancy Pelosi îro Pêncşemê got ku wekî u qanûna bingehîn ya Amerîka ferman dide, divê Donald Trump ji kar were dûrxistin.

Xanim Pelosi ji Serokê Komîteya Dadê ya Civata Nûneran Jerry Nadler xwest ku bi fermî tawanên dijî (articles of impeachment) Serok Donald Trump bîne pêş, bi sedema ku wî hêz û desthilata maqama seroktîya Amerîka jibo armancên nerewa û jibo destxistina berjewendîyên şexsî bi kar anîye.

"Serok Trump ji me re ti rêkên din nehiştiye jiber ku ew careke din hewil dide ku jibo berjewendîya xwe maytekirinê di hilbijartinê de bike."

Wê da zanîn ku Komîteya Dadê ya Civata Nûneran wê roja Duşemê bicive ku xalên ku di dijî tawanbarkirina Trump de bi kar bîne, ji bîragiştî re eşkere bike.

Li gor rêbazên prosesa împîçkirinê, piştî êrêkirina seroktîya Civata Nûneran, divê Komîteya Dadê eşkere bike ku Serok Trump li ser çi bingehê û bi fermî bi kîjan tawanan were sûcdar kirin.

Demokrat, ku li Civata Nûneran xwedîyê piranî ne, pêdivî bi piranîya basît (1 deng ji nîv hemî dengên 435 endaman pirtir ku ev jî dike 218 deng) heye ku di 243 sal dîroka Amerîka de tenê bo cara çaran serokekî Amerîkî împîç bikin.

Ger Civata Nûneran biryara împîçkirina Trump bide, hîngê divê Civata Senatoran (Senate) ya bi piranîya Komarîyan, di bin çavdêrîya Dadgeha Qanûna Bingehîn (Supreme Court) dest bi peyvajoya darizandina serok bike.

Berevajîya Civata Nûneran, divê Civata Senatoran di dawîya vê prosesê de bi du ji sê hemî dengan (ji 100 dengên giştî 67 deng) biryar bide ku serok ji kar were dûrxistin yan ne.

Jiber ku Komarî 53 kursîyên Civata Senatoran konrol dikin, ne çaverê ye ku Serok Trump ji kar were dûrxistin.

XS
SM
MD
LG