Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pelosi Kopîyeke Metna Trump Çirand


Gotara salane ya Serok Donald Trump ya ser rewşa Amerîka, xêncî naveroka axaftinê, bi du dîmenên girîng jî ket rojevê.

Trump berî axaftina xwe dest neda Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi.

Dîmen nîşan didin ku destê Pelosi li jor maye û ew bi destnedana Trump şaş bûye.

Di dawîya axaftina Trump re, Pelosi kopîyeke metna Trump çirand.

Hin nûnerên Demokrat dema Trump diaxifî ji Civata Nûneran derketin.

Civata Nûneran, ku piranîya wê Demokrat in, di meha Berfanbarê de biryar dabû ku Trump were împîçkirin.

XS
SM
MD
LG