Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo: Emê Hilcivîneke Ser Îranê û Rojhilata Navîn li Dar Xin


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo got ku ew plan dikin ku hilcivîneke derheqa Rojhilata Navîn û taybetî jî ser Îranê li dar xin.

Pompeo, di hevpeyvîna Fox TV de, ku îro hate weşandin de, got ku hilcivîn dê di meha were de li Polandê were kirin.

“Hilcivîn wê di 13 û 14’ê Şubatê de pêk were û ser îstiqrara ser Rojhilata Navîn û aştî, azadî û ewlehîya herêmî be û cîhekî taybet bo kêşeya Îranê hebe ku bandora wê ya neyênî were kîm kirin.”

Pompeo vê gavê gera xwe ya Rojhilata Navîn didomîne û ku piştgirîya Washingtonê ji hevalbendan re dubare bike û wan ser planên vekişîna ji Sûrîyê agahdar bike.

XS
SM
MD
LG