Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konferansa Aşitîyê ya PENa Navnetewî Encamnama Xwe Belav Kir


Konferansa Aşitîyê ya ku bi piştgirîya PENa navnetewî û bi hevkarîya PENa Kurd û Tirk li Amedê hat lidarxistin bi banga aşitîyê bi dawî hat.

Encamname bi daxuyanîyek hat ragihandin. Di daxuyanîyê de hat gotin wek rewşenbîr û nivîskar, berîya her tiştî jibo parastina rûmeta mirovahîyê, jibo parastina prensîbên PEN’ê, jibo biserxistina aştîyê, jibo parastina mafên mirovan, jibo dayîna mafê gotinê ya gotinê, jibo bêdengkirina çekan û tunekirina tundîyê di vê konferansê de hatine ba hev.

Seroka PENa Tirk Zeynep Oral, Serokê PENa Kurd Şêxmus Sefer encama konefaransê bi Tirkî û Kurdî xwendin.

“Berî her tiştî, divê em vê yekê bibêjin ku di pêvajoyeke ku peyva aştîyê êdî zêde nayê bikaranîn û heta bikaranîna vê peyvê dibe sedem ku êrîş li ser mirovan bên kirin an jî ceza li mirovan bên birîn de em ê bi dengekî bilind her û her bibêjin; ‘li gel hemû girêkan, aştîyeke bi rûmet gerek e’.”

Bi berdewamî hat gotin ku “jibo ku xewnên zarokan me pêk bên, dahatûyeke aram ji wan re wek mîratek bimîne, jibo ku rewşenbîr û nivîskar berpirsîyarîyên xwe yên şexsî pêk bînin, jibo ku ew xwedî li keda aştîxwazên wek Tahîr Elçî, Hrant Dînk û gelekên din ên ku di vê oxirê de jîyana xwe ji dest dane derbikevin û xeyalên wan pêk bînin, ev konferans li dar xistine.”

Herwiha di konferansa de ew li ser gelek xalên têkildarî bikaranîna mafên mirovî, pêvajoya veguherînê ya demokratîk a di dema şer de, ezmûnên cîhanî, rojnamegerî, etîk, civak û derûnîya civakî, hiqûq, şer û aştîyê rawestîyane.

Nivîskaran anî ziman ku di dawîya konferansa xwe de, wek hemû pêkhate û beşdarên Konferansa Aştîyê, li welatê me, ji Ameda ku yek ji girîngtirîn bajarên cîhanê ye û niha veguherîye yek ji navendên herî girîng ên vî şerê qirêjî, ew dîsa, bi israr û inyad, bi dengekî bilind jibo aştîyeke bi rûmet û mayînde bang dikin.

1- Jibo ku gotin bikaribe (gotina) xwe bibêje, jibo ku sedemên vî şerê baş werin deşîfrekirin û encamên tatmînkar derkevin holê em bang li hemû hêlên vî şerî dikin ku dengê çekan rawestînin û rê li dîyalogê vekin.

2- Divê ku her kes wek mirov û hemwelatî bikaribe mafên xwe yên xwezayî di nav aramîyekê de bi kar bîne, bi nasnameya xwe ya xweser beşdarî jîyanê bibe.

3- Divê kesên ku gotibûn “Me jixwe biryara vî şerî dabû” ji vê biryara xwe vegerin û vî şerê qirêjî yê ku li gelek bajaran, ku gelek sîvîl lê jîyana xwe ji dest didin, dimeşîne rawistîne.

4- Divê hemû sazî û dezgehên raya giştî û komele, sazî û dezgehên civakî yên navneteweyî piştgirîyê bidin hemû hewldanên jibo aştîyê û bi hemû hêza xwe hewl bidin ku jibo rawestandina şer û vegera li dîyalogê, li ser alîyên şer pêkutîyê bikin.

5- Divê hemû nivîskar, akademîsyen, rewşenbîr, rojnameger, hiqûqnas û parêzvanên mafên mirovan ên ji hemû etnîsîteyan, nasnameyan û koman ên li Tirkîyeyê jibo bipêşxistina çanda aştîyê tiştê ku ji destên wan bên bikin.

6- Divê Navenda Giştî ya PEN’ê piştgirîyê bide van daxwazan û jibo ku aştîyeke bi rûmet û mayînde li Tirkîyeyê pêk bê zêdetir gavan biavêje û teşwîq bike.

***

Encamnameya Konferansa PEN'a Kurd li Amedê
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:35 0:00

XS
SM
MD
LG