Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pirsa Penaberan Dibe Sedema Aloziyan di Hikumeta Merkel'ê de


Merkel û Wezîrê Navxwe Horst
Merkel û Wezîrê Navxwe Horst

Peyvdarê serok hikumeta Almanya Angela Merkel ragihand ku, şêwirmend Merkel hewil dide bi berpirsên hin welatên Yekêtiya Ewrûpare re bi axive derbarê prisa koçber û penaberan berî Hilcivîna serokên Yekêtiya Ewrûpa ya li dawiya vê merhê dê pêk bihê.

Peyvdar raporta rojnama "Das Bild" red dike ya ku dibêje Merkel dixwaze Hilcivînek taybet derbarê siyaseta Penaberiyê encam bide.

Peyvdar Steffen Seibert peyvdarê hikûmetê di twîteke xwe de dibêje"helbet hikumet Aalmanya dê hewil bide vê pirsê li gel hin welatên Yekêtiya Ewrûpa û Komisyana Yekêtiyê danûsetendinan encam bide.

Hejmara zêde ya penaberan ku piraniya wan ji Rojhilata Navîn hatine, duberî êxistîye di nava welatên yekêtiya Ewrûpa de.

Heftiya bûrî pirsa koçberên ji aliyê Îtalya ve hatbûn red kirin bûbû mijara hin welatên YE, bi sedan koçber di gemiyekê de asê mabûn, Îtalya nexwest ew koçber bikevin nav axa wê, ev yek bûbû ciyê rexnea qelek welatan, dawiyê koçberan roj Yekşemê xwe gihand Îsapanya.

Merkel, ji aliyê Partiya Civaka Krîstiyanên Yekgirtî ve hatiye tengav kirin ku hevparên hikûmetê ne li gel partiya Merkel SDU û Partiya Sosyalîsta Demokat SPD'ê.

CSU li dijî siyaseta koçberiyê radiweste û hebûna wê li herêma Bavarya bihêze, lê duberî ketiye nav bera partiya Merkelê CDU û ya CSU li Bavarya, Merkel daxwaz ji SCU kiriye ku 2 hefteyan moletê bide da ku ligel hin welatên Ewrupa weke Îtalya û Yunanê bi axive bo dîtine çareseriyekê bo pirsa penaberan, weke peymana ku sala 2016an li gel Tirkiyê îmze kir bû.

XS
SM
MD
LG