Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Penaber bi Berdewamî Ber bi Ewrupa ve Tên


Giheştina penaberan ji Ewrupayê re îro Duşemê jî didome û gelek ji wan ji ser rêya Macaristanê diçin Almanya û Avusturya.

Çavdêr dibêjin, derketina penaberan ji Hungarya vê heftê hêsantir bûye, loma jî gelek penaber berê xwe didin welatên din.

Tê ragihandin ku karbidestên Macarî li Îstasyona Keleti agahîyên ser seferên trenên careke din eşkere dikin û trenên ku ber bi Avusturya diçin, dagirtî bi rê ketiye.

Dîdevan dibêjin, di dema giheştina penaberan de li Vîyana bi hezaran kes bi çepikan li pêşwezîya penaberan kir û ew birin trenên ku diçin Almanya.

Hêjayî bîrxistinê ye, Almanya ku welatê herî dewlemend yê Ewrupa ye, $6.6 mîlyar amade kiriye ku di cîhkirina penaberan ya nav civaka Almanî de kar bîne.

Almanya berî demeke kin ragihandibû ku ewê 800,000 penaberên nû wergire.

XS
SM
MD
LG