Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

 Polîsên Parîs Gaza Rondikrêj li Dij Penaberan Bikaranî


Roja çarşemê polîsên Fransa li bajarê Parîs gaza rondikrêj li dij hejmarek penaberan bikar anî, piştî wan êrîşî dibistanek vala kirîn û dixwestin lê xwecih bibin.

Polîsan dixwestin xwendingeha ku li jêr prosêsa nûjenlirinê bû, yaku, ji aliyê grupek penaberan de hatiye girtin vala bikin, penaberan polîs protestokirin, lê polîsan li dij protestokaran gaza rondikrêjr bikaranî da kû xwendingehê bicî bihêlin.

Berpirsê Polîsên Parîs Michel Cadot, ev yek ji ajansa Associated Press re piştrast kir, û got " me gaza rondikrêj li dij wan bikar anî, jiber ku Penaber dixwazin dest biser hind cihan de bigirin û daxwaza penaberiyê bikin".

Tê çaverêkirin roja çarşemê Yekêtiya Ewrupa yasayên penaberiyê serast bikin, jiber ku, YE heta niha kar bi yasayên kevin dike, li gur yasaya kevin, divê penaber li wî welatê yekêtiya ewrupa daxwaza penaberiyê bike yê ku yekem car dikeve nav axa wî, ev jî dibe barek giran liser welatên weke Yunanistanê û Îtaliya.

Li aliyekê din gelek endamên parlamenê ewrupa li dij peymana Tirkiyê û Yekêtiya ewrupa ya taybet bi penberan re derdikevin, herweha lihevhatina hilandina vizê jibo welatiyên Tirkiyê ya hatina welatên yekêtiya ewrupa rexne dikin.

XS
SM
MD
LG