Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hezar Penaberên Neqanûnî li Derya Sipî Hatin Rizgar Kirin


Keştîyeke Almanî nêzîkî 1,000 penaber ji Derya Sipî rizgar kirin ku ji Lîbya bi rê ketibûn û ew anîn giheştibûn girava Sîcîlya ya Îtalya.

Rêxistina Navnetewî ya Koçberî (IOM) ragihand ku ji destpêka salê heta niha dora 29,000 koçber giheştin Îtalya, piştî ku ew ji alîyê gemîyên leşkerî yên Ewrupî û rêxistinên xêrxwazî yên taybet.

IOM dide zanîn ku piranîya wan penaberan jiber xizanî ji herêma Binî Sahara ya Afrîqa hatine Ewrupa.

IOM bi berdewamî ragihand ku ji destpêka salê heta hefteya borî 31,993 koçber û penaber bi rêka behrê ketine Ewrupa û 80 ji sedê wan kesan digehijin Îtalya û yên mayîn jî Îspanya û Yunanistanê.

Rêxistin bal dikşîne ku kesên ku îsal hatine li gor sala çûyî hindiktir e jiber ku di 97 rojên pêşîn yên sala çûyî de 172,774 kes hatibûn Ewrupa.

XS
SM
MD
LG