Lînkên eksesibilîtî

Avusturya Jiber Kuştina Leşkerên Birîndar Ceza Dide Penaberekî Sûrî


Reuters'ê ragihand ku dadgeheke Avusturya, jiber kuştina 20 kes li Sûriyê cezaya muebet daye penaberekî Sûrî.

Penaberê 27 salî, bi kuştina hin leşkerên bêçek yan birîndar yên li Humusê tê tawanbar kirin.

Penaberê ku li rojavayê Avusturya di meha Hezîranê de hatibû girtin û nav nehat eşkere kirin, tawan red kirin.

Tê zanîn ku cara yekê ye li Avusturya kesek jiber tawanên cengê yên li Sûrîyê tê darizandin.

Li gor nûçeyên di medya Avusturya de derketine, penaber gotîye ku dema ew di komeke girêdayî Artêşa Azad ya Sûrîyê de bûye gule bi ser leşkerên kuştî de reşandine.

Parêzerê penaber dîyar dike ku gotinên wî şaş hatine wergerandin û li dijî biryarê ewê serî li Dadgeha Pêdaçûmê bide.

Avusturya jiber şerê navxweyî yê li Sûrîyê didome, penaberê ceza sitandî nikare radestî hikûmeta Sûrîyê bike.

XS
SM
MD
LG