Jêderekî Komîsyona Ewrupî ji AFP re got, nêzîkî 500 penaberên ku Yunanistanê ne, li gor peymana nû ya Yekîtîya Ewrupa, li ber e roja Duşemê vegerîn Tirkîyê.
Jêderê behskirî got, Yunanistan û Tirkîyê kêşeyeke hetî çareser kirin û amadekarîyên xwe didomînin ku 4ê Nîsanê de 500 penaberan paşde bişînin Tirkîyê.
Kesên ku bêne vegerandin Sûrî ne ku daxwaza penaberî nekirineû herwiha Afganî û Pakistanî ne.
Jêderê komîsyonê zelal nekir ku kesên bêne vegerandin ji kîjan girava Yunanî dimînin.