Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Heta Niha 8,000 Penaberên Sûrî Giheştine Amerîka


Penaberên Sûrî
Penaberên Sûrî

Karbidestên Amerîkî radigihînin ku armanca rêvebirîya Obama ya wergirtina 10,000 penaberên Sûrî wek çaverêkirî berdewam dike û kesên pejirandî di sê mehên borî de pirtir bûye.

Karbidestên koçberîyê radigînin ku ji 1ê Cotmeha 2015 heta 4 Tebaxa vê salê 8,004 penaberên Sûrî li Amerîka hatine cîh kirin û nîva wan kesan di bin temena 14 salî ne .

Bi wergirtina tenê bi sedan kesan li her mehê, şik hebûn ku plana ku Wezîrê Derve John Kerry ragihandibû bi cîh nayê, lê ji gulanê vir ve ew hejmar hezar borîye û di Hezîran û Tîrmehê de giheştiye 2,000.

Nêzîkî 8,000 penaberên Sûrî ku îsal giheştine Amerîka li 38 eyaletan hatin cîh kirin û 887 hatinan Michigan di rêza yekê de ye û California (783), Arizona (651), Texas (565) û Pennsylvania (481) Sûrî wergirtine.

XS
SM
MD
LG