Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Gor Rêkeftina YE û Tirkîyê Koma Yekê ya Penaxwazên Sûrî Giheştin Almanya


Karbidestekî Alman ji AFP re got ku koma yekê ya penaxwazên Sûrî, li gor rêkeftina navbera Yekîtîya Ewrupa û Tirkîyê, ji Stenbolê giheştine Almanya.

16 penaxwazên Sûrî ji alîyê karbidestan ve li stargeheke bajarê Hanover hatin cîh kirin û li ber e grubeke din jî îro digihejin heman bajarî.

Nûnera Ofîsa Federalî ya Koçberî û Penaberî ya Almanî Corinna Wicher ji nûçegîhanan xwest ku rêzli li jîyana taybet ya sê malbatên penaxwaz bigirin. Peyamhînerekî AFP ragihand ku di nav wan kesan de 5 jî zarok hene.

Hêjayî gotinê ye, li gor rêkeftina navbera Yekîtîya Ewrupa û Tirkîyê, penaxwazên Sûrî ji Tirkîyê re bêne şandin û beramber wê jî, hejmarên dîyarkîrî yên Sûrî bi qanûnî li Ewrupa bêne cîh kirin.

Pêla yekê ya penaxwazên Sûrî demeke zûtir ya îro Duşemê, di nav rexneyên tund yên berevankarên mafên mirovan de, ji Yunanistanê ber bi Tirkîyê ve hatrin zivirandin.

XS
SM
MD
LG