Cîgirê serokê Amerîka Mike Pence di axaftina xwe ya konferansa ewlekariyê de li bajarê Munichê Almanî, bi tundî rexne li welatên Ewrupî kirin li dor helwesta wan a li beramber Îran û Venezuelayê.
Pence got:
“Êdî dem hatiye ku hevkarên me yên Ewrupî hewlên me yên danîna cezayan li dijî kujeran têk nebin. Êdî dem hatiye ku hevkarên me ji rêkeftina navokî ya li gel Îranê vekişin.”
Pence her wiha bang li hevalbendên Amerîka kir ku pênasînê bi Juan Guaido bikin wek serokê rewa yê Venezuela.
Tê zanîn, berê 20 welatan pênasîn bi Guaido kiriye.
Pence careke din bang li welatên Ewrupî kir ku berpirsiyariyên xwe yên xerckirina leşkerî pêk bînin û çi rêkeftinan li gel Rûsya nekin.
Wî got:
“Em nikarin berevaniya Rojava misoger bikin eger hevalbendên me pala xwe bidin ser Rojhilat.”