Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pence û Harris di Dîbeyta Televîzyonî de Derdikevin Pêş Hilbijeran


Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence yê Komarî û berbijara Demokrat, Senator Kamala Harris di gotûbêja televîzyonî de li Zanîngeha Utah ya bajarê Salt Lake City derdikevin pêş hilbijeran.

Gotûbêja televîyonî ya hilbijartina seroktîyê ku li Amerîka wek dîbeyt tê zanîn, bi moderetorîya rojnamevan Susan Page, ku berpirsa ofîsa Washingtonl ya rojnameya USA Today e, tê darxistin.

Li Amerîka dîbeytên hilbijartina seroktîyê ji sala 1988’an vir ve ji alîyê Komîsyona Dîbeytên Seroktîyê (Commission on Presidential Debates /debates.org) tê lidarxistin.

Li Amerîka hilbijartina seroktîyê her çar sal cerekê di 3yê Mijdarê de, roja Sêşemê tên kirin û serok û cîgirê serok rastxwe di vê hilbijartinê de tên hilbijartin.

Li gor qanûna bingehîn ya Amerîka serokên hilbijartî tenê du geran anku 8 salan dikarin seroktîyê bikin û ger serok nexweş bikevin yan bimirin, hîngê cîgire serok erka seroktîyê radike ser xwe.

XS
SM
MD
LG