Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Dîbeyta Harris û Pence de Çi Derketin Pêş?


Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence yê Komarî û berbijara Demokrat, Senator Kamala Harris di gotûbêja yekê televîzyonî de li Zanîngeha Utah ya bajarê Salt Lake City derketin pêş dengderan.

Dîbeyta televîzyonî ya hilbijartina seroktîyê, bi rêvebirîya berpirsa ofîsa Washingtonê ya rojnameya USA Today Susan Page pêk hat.

Wek bersîva pirsa moderator Page ya derbarê rola Amerîkî ya cîhanî, Harris got ku divê mirov sozên ku dane hevalên xwe bi cîh bîne û ji hevalên xwe dilsoz be.

“Mixabin birêz Trump xiyanet li hevalên me kir û dîktatorên seranser cîhanê yên wek Vladimir Putin hembêz kir. Rêbertî bi peywendîyan pêk tê û cîhanîna sozên ji hevalên me re, li kelêka leşkerîya me, tim bûye xurtîya netewa me. Lê, Donald Trump vê yekê fem nake çimkî ew nizane dirustbûn çi ye."

Pence, wek bersîv got ku birêz Trump soza xwe ya ji gelê Amerîkî re bi cîh anî û balyozxaneya Amerîkî veguhast Orşelîmê, lê ew di heman demê de daxwazan ji hevbendên Amerîkî dike.

Cîgirê serok mijara bizavkara mafê mirovan Kayla Mueller ku ji alîyê DAIŞ’ê ve li Sûrîyê hatibû revandin anî rojevê û bal kişand ku 2 endamên DAIŞ’ê yên Brîtanî jî wê li Amerîka werin darizandin.

"Rastî ev e ku dema Joe Biden cîgirê serok bû, derfeta wî hebû Kayla Mueller rizgar bike. Dema qala wê dikim dilê min dişewite."

Pence îdia kir ku di serdema rêvebirîya Obama de leşkerîya Amerîkî plana rizgarkirina Mueller pêşkêş kir lê rêvebirîya Obama destûr neda wê planê.

Harris jî sersaxî ji malbata Mueller re xwest û got ku tiştê ku hatiye serê wê pir gelek xirab bû.

“Divêbû tiştekî wiha qet neqewimîya. Ez dizanim ku Joe jî wek min hês dike û Serok Obama jî bi heman awayî hês dike.”.

Derbarê mijara bacê û ekonomîya Amerîka Harris û Pence hevdu rexne kirin.

Harris got ku ger Biden wek serok were hilbijartin, ewê baca kesên ku salane ji 400 hezar dolaran hindiktir qezenc dike, kêmtir bike.

"Polîtîkaya aborî ya Joe Biden ji ya Donald Trump gelek cihê ye. Birêz Trump aborîyê li gor rewşa dewlemendan dinirxîne. Biden wê di roja yekê de dest bi hilweşandina reforma bacê ya Trump bike.”

Pence jî got ku bi sipasîya reforma bacê ya Trump ya 2017an dahatîya piranîya karkeran zêdetir bûye.

Pence got ku Biden û Harris di roja yekê pê ve baca hemî kesan wê zêdetir bikin.

Wek pirsa ku gelo divê berbijarên seroktîyê derheqa saxlemîyên xwe pirtir agahî bidin bîragiştî, Pence got ku ew bi piştgirîya ji Serok Trump re gelek bandor bûye, piştî ku ew bi korona ketibû.

Beramber wan gotinan, Harris rexneyên tund li Trump kirin ku rewşa wî ya datayî jî di nav de, agahîyên derbarê xwe ji bîragiştî vedişere.

Wek bersîva pirsa yekê ku rêvebirîya nû ya Amerîka di mijara pendemîya korona helwesteke çawa bigire, Harris got ku gelê Amerîkî di bin vê rêvebirîyê de şahidîya şikestina herî mezin ya dîrokê kir.

"Di 28’ê Rêbendanê de cîgirê serok û serok derbarê pandemîya korona hatin agahdar kirin. Tevî ku wan dizanîbû ku çi diqewime, wan gelê Amerîkî agahdar nekir. Tu rêz li gelê Amerîkî digirî, dema tu rastîyê ji wan re dibêjî.”

Wî got ku heta niha planeke zelal ya vê rêvebirîyê tuneye ku çawa şerê dijî korona bike û di rêvebirîya wan de vaksîna korona wê ji herkesî re bê pere were dayîn.

Cîgirê Serok Pence nerazîbûna xwe dîyar kir û biryara Serok Trump ya qedexekirina hatin, çûna ji Çînê anî bîra temaşevanan. Pence got ku ew biryar gelek kêrhatî bû.

"Ez bawer dikim ku wê biryarê jîyana bi sed hezaran jîyanên Amerîkî rizgar kirin,” Pence got û bervanî li polîtîkayên rêvebirîya xwe kir ku wan girîngî daye testên koronayê û peydakirina alavên xweparastinê.

Li Amerîka dîbeytên hilbijartina seroktîyê ji sala 1988’an vir ve ji alîyê Komîsyona Dîbeytên Seroktîyê (Commission on Presidential Debates /debates.org) tê lidarxistin.

Li Amerîka hilbijartina seroktîyê her çar sal cerekê di 3’yê Mijdarê de, roja Sêşemê tên kirin û serok û cîgirê serok rastxwe di vê hilbijartinê de tên hilbijartin.

Li gor qanûna bingehîn ya Amerîka serokên hilbijartî tenê du geran anku 8 salan dikarin seroktîyê bikin û ger serok nexweş bikevin yan bimirin, hîngê cîgirên serok erka seroktîyê hildigirin.

XS
SM
MD
LG