Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AP: Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence Ket Karantînayê


APê ragihand ku Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence jiber ku testa vîrusa korona ya şêwirmenda wî Katie Miller erênî derketiye, ketiye karantînayê.

Medya Amerîkî dide zanîn ku Pence roja Yekşemê beşdarî civîna Serok Donald Trump û payabilindên artêşê nebûye.

Pence roja Yekşemê testa vîrusa korona kir, lê tevî ku ew test neyênî derket jî wî xwe xist karantînayê.

Wî rêvebirîya tîma bo têkoşîna dijî vîrusa korona dikir.

Hefteya borî yek ji leşkerên artêşê yên li Qesira Sipî jî bi vîrûsa korona ketibû.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Amerîka bi qasî 1,330,000 kes bi vîrusa korona ketine 79,495 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG