Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mike Pence Ser Berevanîya Îraqîyên Koçber Pesna Hikûmeta Herêma Kurdistanê Da


Mike Pence
Mike Pence

Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence û Serokomarê Herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî bi rêka telefonê axifîn.


Pence û Barzanî derbarê îstiqrara bo herêmên bi nakokî û vegerandina kêmîneyên olî û etnîk li Îraqê peyivîn.

Her du rêber derbarê ewlekarîya bakurê Îraqê jî danûstandin kirin.

Li gor daxuyanîya Ofîsa Cîgirîya Serokê Amerîka, Pence di axafitinê de ser berevanîya koçberên Îraqê pesna Herêma Kurdistanê û Barzanî da.

Pence di salvegera pêncan ya qirkirina Êzîdîyan de dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) soza hevkarîya xurt da.

Wî herwiha bal kişand ser mîlîsên bi piştgirîya Îranê yên ‘’zararê didin’’ serwerî û ewlekarîyê didin Îraqê û da zanîn ku Amerîka dê dijî wan jî gavan biavêje.

Her du rêberan ji hev re gotin ku ewê ji aborîyê heta ewlekarîyê hevkarîya Amerîka û Herêma Kurdistana Îraqê xurttir bikin.

XS
SM
MD
LG