Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mike Pence Bang li Dewletan Dike ku Toleyên Dijî Rejîma Maduro Girantir Bikin


Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence li Bogota ya paytexta Kolombîya ji rêberê rikeberîya Venezuela Juan Guaido ye re piştgirîya Amerîka got.

Pence ji Guaido re dîyar kir ku Serok Donald Trump ‘’sed ji sedê piştgirîyê dide’’ wî.

‘’Em hêvî dikin ku li Venezuela demokrasî bi awayekî aştîyane çêbe.. Lê Serok Trump hîn zelal e: Hemî alternatîf hazir in’’ Pence got.

Pence û Guaido bo civîna Koma Lîma, ku jî alîyê welatên Amerîka Latînî ve bo çareserîya kêşeya Venezela di sala 2017’an de hatibû ava kirin, li Kolombîya ne.

Cîgirê Serokê Amerîka, di civînê bang li rêberên welatan kir ku dijî rêvebirîya Nicolas Maduro toleyên sîyasî û aborî pirtir bikin.

Wî da zanîn ku Venezuela dê ‘’di demeke nêz de ji rewşa xirab’’ derkeve.

Pence herwiha dîyar kir ku ewê bo çareserkirina koçberîya ji Venzuela 56 mîlyon dolar alîkarî bidin cîranên wî welatî.

Guaido jî da zanîn ku ‘’rejîma Nicolas Maduro’’ bo seranserê parzemîna Amerîka ‘’gef’’ e.

XS
SM
MD
LG