Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mike Pence: Divê Nicolas Maduro Here


Mike Pence

Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence ji Twitterê dîyar kir ku divê Serokê Venezuela Nicolas Maduro ji desthilatê here.

Pence da zanîn ku bi rêberê opozîsyonê Juan Guaido re axifîye û ji wî re re gotiye ku Amerîka alîgirê gelê Venezuela ye.

‘’Min ji wî re got ku heta azadî çêdibe Amerîka dê piştgrîya bo gelê Venezuela bidomîne. Venezuela di bin dîktatorî û zordarîyê de ye. Divê Maduro here’’ Mike Pence nivîsî.

Nûnerên hikûmetê û opozîsyonê bo çareserkirina girjîya sîyasî li Oslo kom bûbûn, lê ji danûstandinan ti encam derneket.

Piştî têkçûna danûstandinan Guaido careke din bang li gel dike ku derkevin kolanan.

XS
SM
MD
LG