Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pence: Ger Rojnamevanek bi Tundûtûjî Hatibe Kuştin, Ew li Seranserê Cîhanê bo Medya Azad Gef E


Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence jî ser rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî daxuyanîyek da.

Pence da zanîn ku ew li benda encamên vekolînê ne û dîyar kir ku ewê hemî delîlan berhev bikin û pitşre biryarekê bidin.

‘’Ger rojnamevanek bi tundûtûjî hatibe kuştin, ew li hemî cîhanê bo medya azad û serbixwe gef e û ewê encamên wê hebin’’ Pence got.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo dîyar kiribû ku bo Erebîstana Saudî vekolînê temam bike ew dê çend rojên din dem bidin wan.

Xaşiqcî herî dawî di 2’ê Cotmehê dema ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin.

Karbidestên Tirk li ser gumana kuştina Xaşiqcî disekinin, lê Erebîstana Saudî vê îdiayê red dike.

XS
SM
MD
LG