Cîgirê Serokê Amîrîka Mike Pence got ku danûstandinên navbera Amerîka û Meksîko wê îro Pêncşemê bidomin.
Tevî ku Serokê Amerîka Donald Trump gotibû ku divê Meksîko derbarê pêşgirtina penaberîya neqanûnî pirtir gavan bavêje, axaftinên dualî wê berdewam bikin..
Pence ji nûçegîhanan re got ku axaftin dê di bin rêvebirîya Wezareta Derve de werine kirin û roja Çarşemê gotûbêjên wan yên bi karbidestên Meksîkî re erênî derbaz bûn.